Amerîka û Îran di nava gef û binpêkirina memoranduma têgihîştinê hevdu tewambar dikin.
Tengava Hurmizê jî wekî mijareke sereke di nava van mijaran de ye.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê daxwaz dike ku Îranê bi fermî vekirina Tengava Hurmizê ragihîne û her wiha êrîşên li Tengavê rawestîne.
Her wiha Karbidestekî Amerîkî got ku tiştê ku ew dixwazin ew e ku Îran daxuyaniyeke fermî bide ku hemû rêyên di Tengava Hurmizê re vekirî ne.
"EGER TEHRAN URANYÛMÊ RADEST NEKE VEBIJARKÊN ME YÊN LEŞKERÎ HENE"
Karbidestekî din yê Amerîkî ji ABC News re got ku mijara rezervên uranyuma dewlemendkirî û wergirtina uranyuma dewlemendkirî ya pir zêde ji Îranê dê mercekî pêşîn be ji bo gihîştina her rêkeftinekê.
Her wiha Karbidestê Amerîkî destnîşan kir ku eger Tehran uranyûmê radest neke, vebijarkên wan ên leşkerî hene.
Ji aliyekî din ve nûçeyên CBS bi angaşta Karbidestên Amerîkî diyar kir ku Îran gotiye wan di gulebarankirina keştiyên Amerîkî de şaşî kiriye.
CBS News zêde kir ku Koşka Spî daxwaz kir ku Îran bi eşkereyî vê şaşiyê qebûl bike.
TRUMP: EGER ÎRAN HEWL BIDE MIN BIKUJE AMERÎKA DÊ ÊRÎŞÎ WÊ BIKE
Der barê daxuyaniyê navbera Amerîka û Îran de jî, serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Tehranê xwar û got ku eger Îran hewl bide wî bikuje, Amerîka dê bi mûşekan êrîşî Îranê bike.
10’ê tîrmehê, Donald Trump peyamek li ser malpera tora civakî Truth Socialê belav kir û ev tişt nivîsand:
TRUMP: 1,000 MÛŞEK AMADE NE KU WERIN AVÊTIN Û ÎRANÊ ARMANC BIKIN
"Mûşek amade ne ji avêtinê re û berê xwe dane Îranê.
1,000 mûşek amade ne ku werin avêtin û Îranê armanc bikin, eger Îran gavan biavêje yan jî dest bi pêkanîna gefên xwe yên kuştina serokê niha yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, min, bike."
Medyaya Amerîkî jî di 9’ê tîrmehê de ragihandibû ku Îsraîlê vê hefteyê agahî li ser planeke nû û taybet a Îranê ji bo kuştina Trump daye Amerîkayê.
AMERÎKAYÊ DORPÊÇÊN NÛ LI SER ÎRAN SEPANDIN
Amerîkayê dorpêçên nû li ser Îran sepandin.
Ji aliyekî din ve, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li ser malpera xwe ragihand ku welat dorpêçên nû yên têkildarî Îranê sepandine.
ERAQÇÎ: AMERÎKAYÊ BI SEPANDINA CEZAYÊN NÛ MADEYA 9'EMÎN BINPÊ KIR
Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî cezayên nû yên Amerîkayê wekî binpêkirina memoranduma têgihîştinê bi nav kir.
Di bersiva gera nû ya cezayên Amerîkî de, Ebas Eraqçî Washington bi binpêkirina sozan tewanbar kir û got:
"Berdewamiya li ser vê rêyê, tenê bi pabendbûna hevbeş a ji herdu aliyan ve pêkan e."
Eraqçî di postekê de li ser Xê ev tişt nivîsandin:
"Îran heta niha pabendî sozên xwe bûye, lê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê bi sepandina cezayên nû madeya 9'emîn a lihevkirina di navbera herdu aliyan de binpê kir.''
Ebas Eraqçî da zanîn ku ev kiryar berdewamiya binpêkirin û şaşiyên din ên Amerîka ye û tekez kir ku rastiya rêya yekane ya pêşveçûnê ew e ku herdu alî pabendî sozên xwe bibin.