Li gorî heman çavkaniyê, karbidestekî Libnanî got ku şandeya Libnanî ya ku wê beşdarî danûstandinên bibe, wê hewl bide ku hêzên Îsraîlî gav bi gav û bi qonax ji herêmên dagirkirî vekişinin.
Di navbera Îsraîl û Libnanê de peymana çarçoveyî hate îmzekirin
Ji dema ku Hizbullah û Îsraîl di 2`yê Adarê de, di nav nakokiyên berfirehtir ên li herêmê de vegeriyan şer, hewldanên dîplomatîk ên bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê derketine pêş.
Di 26ê Hezîranê de, Libnan û Îsraîl, di bin çavdêriya Amerîkayê de, piştî pênc gerên danûstandinan peymanek çarçove îmze kirin.
Peymana çarçoveyî ya ku hat îmzekirin bi taybetî, bêçekkirina Hizbullahê, vekişîna qonax bi qonax ya artêşa Îsraîlê ji deverên kontirolkirî yê li başûrê Libnanê û bicihkirina artêşa Libnanê li nava hemû axa welêt, destnîşan dike.
Lê Hizbullah`ê jî, ev peyman red kir û ew weke tune û bê qîmet bi nav kir.
Artêşa Îsraîlê herêmeke ku jê re "herêma ewlehiyê" dibêje kontirol kiriye ku bi qasî 10 kîlometreyan ji aliyê sînorê bi îsraîlê re dikeve hundirê axa Libnanê.
Her wiha Serokkomarê Libnanê Cozef Ewn jî, got ku ew bi hêviye ku civîna Romayê dê bibe sedema gavên berbiçav û pratîkî li ser erdê ji bo bicîhanîna peymanê û destpêkirina vekişîna Îsraîlê.