Di nava bersivdayîna êrîşên Amerîkayê de, Îranê gelek caran êrîşî baregehên Amerîkî yên di nava axa Qeterê de kiriye.
Di agahiyeke nû de, medyayên Îsraîlî angaşt kirin ku Qeterê ji bo beşdariya şerê li dijî Îranê erê kiriye.
Piştî belavkirina vê agahiyê, Qeterê ev yek derewand û bi tundî red kir.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê piştrast kir ku ew ê ne di demên berê de û ne jî di pêşerojê de, beşdarî ti çalakiyeke leşkerî li dijî cîranên xwe nebe û wiha eşkere kir:
“Ev angaşt ji aliyê wan kesan ve ku dixwazin Qeterê bikişînin nav pevçûnê, tên belavkirin.
Her wiha armanc dikin ku rola Qeterê ya girîng di navbeynkariyê de lewaz bikin û herêmê ber bi alozî û tevliheviyê ve bibin.”
Di heman demê de wezartê da zanîn ku Qeter wê bi hevkariya hevkarên xwe yên herêmî û navneteweyî, di rola xwe ya navbeynkariyê de berdewam bin.
Beriya niha jî dîplomasiyên Îranî ji bo ji danûstandinên nerasterast bi Amerîkayê re serdana Qeterê kirine.
Di heman demê de doplomasiya Qeterî jî ji bo çareserkirna aloziyên li herêmê wekî navbeynkar çend caran serdana Îranê kirine.