Îsraîlê li Nebetiyeyê bambardûmaneke dijwar pêk anî: Tîmên hawarçûnê bûn armanc

Balafirên şer ên Îsraîlê li bajaroka Nebetiye El-Fewqa ya li başûrê Libnanê êrîşên giran pêk anîn û hîzama agirî ava kirin. Di dema êrîşan de tîmên hawarçûnê bi awayekî rasterast bûn armanc û bi zehmetî ji mirinê filitîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li bajaroka Nebetiye El-Fewqa, bi taybetî li taxa "Es-Saha El-Qedîme" di du qonaxan de êrîşeke esmanî ya giran birin ser herêmê.

Piştî herdû êrîşên pêşîn, dema ku tîmên hawarçûnê û tendurustiyê ber bi cihê bûyerê ve diçûn, balafirên Îsraîlê bi êrîşeke sêyemîn tîmên hawarçûnê rasterast kirin armanc. Hat diyarkirin ku endamên tîma hawarçûnê di vê êrîşê de bi "zehmetiyeke mezin û bi mûcîzeyî "rizgar bûne.

Ev geşedan di demekê de tên ku artêşa Îsraîlê hebûna xwe ya li hinek xalên li başûrê Libnanê diparêze û li gelek bajarokên li ser sînor operasyonên rûxandin û teqandina xaniyan berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye