Ji ber diziyê 10 kes li şaredariya Boluyê hatin binçavkirin

Li Tirkiyê operasyonên li dijî şaredariyên CHPê bi angaşta dizî û bertêl didome. Îro jî li şaredariya Boluyê 10 kes ji ber dizî û spîkirina pereyan hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Boluyê ve tê meşandin, ji bo 10 kesan, tevî Ozgur Nîhat Yıldız, Rêvebirê Ofîsa Taybet a Şaredariya Boluyê, biryara binçavkirinê hat dayîn.

Lêgerînên hevdem li malên karmendên şaredariyê jî hatin kirin.

Hat ragihandin ku lêpirsîn li ser îdiayên "dizîn" û " spîkirina pereyan a mal û milkên ji sûc hatine bidestxistin" berdewam dike.

Her çend pêvajoya polîsan a li ser gumanbarên hatine binçavkirin berdewam dike jî, lêpirsîna li ser vê mijarê li ser gelek eniyan berdewam dike.

Duh jî lêpirsîna bertîlê ya li dijî şaredariya CHP'ê ya navçeya Seferihisarê ya Îzmîrê de, ji bo 12 kesan biryara girtinê hatibû dayîn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye