Duh li bajarên wekî Madrîd, Valencia û Barselonayê, derdora 50 meş hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de di navbera hin xwepêşander û polîsan de pevçûn derketin.
Çalakiyan ji meha borî ve dest pê kir, dema ku jineke 87 salî ji mala xwe hat derxistin, ji ber ku nekarî pereyên zêde yên kirêya xanî bide.
Piştî vê yekê nerazîbûna berfireh a gel der barê mijara kirê de derket holê.
Derxistina wê jinê ji malê, li seranserî Spanyayê bû sedema xwepêşandanan.
Xwepêşanderan daxwaza kêmkirina kirêyan, rawestandina derxistina mirovan ji malên wan û qedexekirina kirîna milkên wan kir.
Bi hezaran xwepêşander li seranserê Spanyayê daketin kolanan
Piştî ku hikûmetê nekarî yasaya lezgîn a der barê xaniyan de li parlamentoyê derxe, bi hezaran xwepêşander li seranserî Spanyayê daketin kolanan û daxwaza parastineke mezintir ji bo kirêdaran kir.