Pedersen: Dewleta Sûriyê bi zorê nikare xwe ferz bike

Nûnerê Tayîbet yê Netewên Yekbûyê (NY) li Sûriyê Geir Perdersen di civîna Meclîsa Ewlehiyê de bal kişand ser erîş û bin pêkirinên ku li Siweyîdayê pêk hatine û got: pêvajoya veguhêz a li Sûriyê di bin Xeteriyê de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Geir Perderesn eşker kir ku avahiyê ewlehiya Sûriye hîn jî perçebêyî ye û got ku pêdivî bi sererastkirinên girîng hene, di heman demê de diyar kir ku hewildanên ji bo civîna li Parîsê hîn berdewam in.

Pedersen da zanîn ku wan hemû cureyê raporên binpêkirina mafê mirovan wergirtine û ji rayedaran xwest ku rapora komîteya lêpirsîna taybet a li ser bûyerên peravên Sûriyeyê biweşînin ta ku berpisiyar werin cezakirin. 

Pedersen ragihand ku dewlet bi darê zorê nikare xwe ferz bike û got:"Pêwîste pêvajoyeke rasteqîn dest pê bike ku tê de mafê hemê pêkahateyan parastî be".

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24