Mexrib û Îspanya ji bo 1000 zarokan li Sebteyê ketin tevgerê

Wezîrên Edaletê yên Mexrib û Îspanyayê ji bo tespîtkirina nasnameyên 1000 zarokên binitemenî û vegerandina wan a ewle bo cem malbatên wan dest bi şêwirên fermî kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrên Edaletê yên Mexrib û Îspanyayê li ser mekanîzmayên tespîtkirina nasnameyan û vegera dildarî ya zêdetirî 1000 zarokên bêkes ên li Sebteyê gotûbêj dikin. Ji ber ku navendên stargehê li bajêr bi temamî tijî bûne, rayedaran daxwaza veguhastina hinek zarokan kir.

Li gorî qanûnên Îspanyayê vegera bixweber nîne û divê rewşa her zarokî cuda were lêkolînkirin. Her du welat hevkariyê dikin da ku li dijî şebekeyên qaçaxçîtiyê yên ku biryara dadgehê bi xapandin belav kirine, têkoşînê bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye