Zohran Mamdanî di hilbijartinên şaredariya New Yorkê de bi ser ket

Namzedê Misilman ê çepgir Zohran Mamdanî wek namzedê Demokratan di hilbijartinên şaredariya bajarê New Yorkê de bi ser ket û bû şaredarê ewil yê Misilman yê New Yorkê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mamdanî ku li Ugandayê ji dayik bûye, li gorî The New York Timesê, di 33 saliya xwe de hat hilbijartin û ji sala 1917'an û vir ve bû serokê herî ciwan ê bajêr.

Hilbijêrên New Yorkê meraq dikin ka gelo Mamdanî, bajarekî ku 300 hezar kes dixebitîne, budceya wî ya salane ji 110 milyar dolarî zêdetir e û rêveberiya wî wekî karê duyemîn a herî dijwar piştî serokatiya li Dewletên Yekbûyî tê hesibandin, dikare bi rêve bibe.

Demokratan li Virginia û New Jersey li dijî Trump serketin bi dest xistin

Li aliyekî din jî, Demokrat Abigail Spanberger û Mikie Sherrill, duh bi şev wekî parêzgarên Virginia û New Jersey hatin hilbijartin ku ev yek wekî referandûmek li ser duyemîn serdema serokatiyê ya Donald Trump tê dîtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye