Çîgdem Dogû destnîşan kir ku pêvajo ne pêvajoyeke dan û standin û bazariyê ye, meseleya aştî û demokratîkbûnê ya rasteqîn e.
"Pêwîste diyardeyeke 'em' bê afirandin"
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû ragihand ku Rêberê Gelê Kurd bi vê pêvajoyê re hewl dide ku têgeh û hebûneke nû ya 'Em' biafirîne û got:"Li ser bingeha civaka demokratîk divê em êdî diyardeyeke 'Em' biafirînin."
Çîgdem Dogû anî ziman ku Rêber Abdullah Ocelan li gel hemû bûyeran jî ji bo serkeftina pêvajoyê dixebite û got : "Çima Komîsyon naçe gel Rêber Apo û pê re nîqaşê nake, lê guhdarî nake?."
Çîgdem Dogû: Divê qanûnên entegrasyona demokratîk bêne derxistin
Endama Konseyê li gel vê destnîşan kir ku divê qanûnên entegrasyona demokratîk bêne derxistin, pêvajoyeke destûra bingehîn a demokratîk bê destpêkirin û nêzîkatiyeke hiqûqî li pirsgirêka Kurd bê nîşandan.
"Divê li ser guherîn û veguherîna mêr nirxandin bên kirin"
Endama Konseya Rêveber Çîgdem Dogû têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinê ya Cîhanê jî axivî û destnîşan kir ku çavkaniya tundiya li hember jinê rastiya mêr ê serwer e û got: "Divê em li ser guherîn û veguherîna mêr nirxandinê bikin."
Çîgdem Dogû wiha berdewam kir: "Bi wesîleya 25'ê Mijdarê em careke din fêhm dikin ku em çiqasî bi rêxistin û zane têbikoşin, em çiqasî israr bikin wê tundiya mêr jî ewqasî kêm û bi dawî bibe."
Endama Konseyê da zanîn ku divê jin xwe birêxistin bike ku ev kujerê kastîk rastiya mêr ê serwer nikaribe bi ti awayan zext, zilm û êrîşê li ser wê bike.
Her wiha Çîgdem Dogû diyar kir ku tevgera jinan çalakiyên ku ji bo Rojîn Kabaîş hatin kirin gelekî girîng û erênî dîtin, lewre israr û biryarek tê de hebû.
" Divê ji 7 heya 70 salî tevlî meşa 8'ê mijdarê bibin"
Di dawiyê de Çîgdem Dogû ji bo encamgirtina ji çalakiya 8'ê Mijdarê bang ji 7 heya 70 salî li her kesî kir.
Çîgdem Dogû destnîşan kir ku salvegera damezrandina PKK'ê a di 27'ê Mijdarê de weke roja vejîna neteweyî ye û bang li hemû welatparêzan kir ku 27'ê Mijdarê jî bi çalakiyan pêşwazî bikin.