Asayîş: Îdîayên agirbestê nerast in êrîş berdewam e

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ragihand ku îdîayên dibêjin Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê agirbest îlan kiriye û li nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir endamên Hêzên Ewlekariyê hene, ne rast in. girûpên çekdar êrîşên bi desteka balafirên dewleta Tirk didomin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Derbarê îdîayên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê ku dibêje li Şêx Meqsûd agirbest îlan kiriye, her wiha têkildarî îdîayên wê  yên ku li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir çekdar hene  de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêx Meqsşd daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Rayedarên desthilatdariya Şamê îddia dikin ku di vê kêliyê de li Şêx Meqsûd agirbest ragihandine û îddia dikin ku di Nexweşxaneya Xalid Fecir de hêzên me yên çekdar hene.

Ev herdu îddia jî ne rastin û ji rastiyê dûr in. Li taxê di navbera hêzên me û çeteyan de pevçûn berdewam dikin. Çete bi hemû hêza xwe û bi piştgiriya balafirên Bayraktar êrîşên xwe berdewam dikin. Hêzên me jî parastina taxên xwe bi awayekî fedaiyane didomînin.

 Me di daxuyaniya xwe ya beriya niha de jî îfade kiribû ku di nexweşxaneyê de hêzên me nîn in û kesên li wir hemû însanên sivîl in, kesên birîndar in, jin û zarok in.

Em dubare bang dikin ku saziyên mafê mirovan ên bê alî werin nexweşxaneyê kontrol bikin û rastiyê bi xwe belge bikin.

 Daxuyaniyên komên çekdar ên girdayî Hikûmeta veguhêz bi armanca rewakirina komkujiya  ku dixwazin di nexweşxaneyê  de pêk bînin e.” 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye