15′ê Îlona 2014′an, çeteyên DAIŞ′ê bi hemû hêzên xwe yên tundirew ji 3 aliyan ve li dijî bajarê Kobanê êriş dabûn destpêkirin.
Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca wêrankirin û dagirkirina Kobanê di Çileyê 2014’an de êrîşî bajarokê Sirînê û gundewarên wê kiribûn.
Êrişa ku bi hezaran çeteyên DAIŞ′ê tev lê bûbûn, wekî êrişa herî mezin a DAIŞ′ê di dîroka Sûriyê de bû.
Tevahiya cîhanê digotin, Kobanê ket, lê gelê Kobanê dengê berxwedanê li hemû cîhanê da bihîstin.
Ji sedî 80 bajarê Kobanê DAIŞ’ê wêran kiribû
Ji çar aliyê Kurdistanê, bi taybet ji Bakurê Kurdistanê gel berê xwe da qada şer û tevlî berxwedana Kobanê bû.
Her wiha çeteyan hemû cureyên çekên giran bi kar anîn, 5’ê Cotmehê 9 hezar çete derbasî Kobanê bûn û şerê kolanan dest pê kir.
Bajarê Kobanê ji sedî 80 hatibû wêrankirin.
Gel û şervanên Kobanê li hember çeteyan ber xwe dan.
Şervanên YPJ û YPG’ê bi vîna xwe şerê hebûn û azadiyê meşandin
Şervanên YPJ û YPG’ê bi vîna xwe şerê hebûn û azadiyê meşandin.
Bi berxwedaniya bêhempa ya gel û şervanên Kobanê mohra xwe li sedsala 21’an xist.
Asta berxwedana ku şervanan nîşan dida bandoreke mezin li raya giştî kir.
1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin
Destana Kobanê wîjdanê bi hezaran gelên ku li welatên Ewropa û Rojhilata Navîn jiyan dikirin, hişyar kir.
Li çar aliyê cîhanê gelê Kurd û gelên xwedî wîcdan daketin qadan û li Kobanê xwedî derketin.
Lewra 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin.
Piştgirî û baweriya Kurdistaniyan û cîhanê ya bi şervanên YPJ û YPG’ê veguherî israra serkeftinê.
Di kolanên Kobanê de çeteyên DAIŞ′ê têk çûn
Şervanan ji 11’ê Cotmehê heta 19’ê Cotmehê kolanên sereke û stratejîk rizgar kirin û ji çeteyên DAIŞ′ê paqij kirin.
27’ê Çileya 2015’an de bi berdelên giran şervanên YPJ û YPG’ê mizgîniya serkeftinê ya li dijî DAIŞ’ê û rizgarkirina Kobanê ragihandin.
Qelenê rizgarkirina wê giyanê bû şehedata gelek şervanên azadiyê.
Lê belê şerê Kobanê bi fermandar û pêşengên jin hat nasîn.
Li Miştenûrê çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan cîhan hejand
Çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan ku 5’ê Cotmehê li Miştenûrê pêk anî, cîhan hejand.
Li ser şopa Arîn, gelek jinên mîna Rêvan, Rûken Sîpan, Zehra Penaber û hwd canê xwe fedayî axa welat kirin.
Di her kolaneke bajarê Kobanê de şop û bîranîneke şerê li hember hovîtiyê heye.
Yek ji cihên girîng, sereke û nîşaneya serkeftina berxwedana Kobanê jî "Qada Jina Azad e".
Berxwedana Kobanê bû çavkaniya rizgarikirina herêmê
Piştî şikandina çeteyên DAIŞ’ê di Kobanê de, şervanên YPJ û YPG’ê biryara têkbirina çeteyan û rizgarkirina gel didin.
Li ser vê bingehê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dest bi pêngavên rizgarkirina bajarên di bin destê DAIŞ’ê de kirin.
Berxwedana Kobanê bû çavkaniya xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê û rêya ber bi rizgarkirin û avakirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vekir.
Bi saya berxwedaniya YPG û YPJ'ê Kobanê bû sembol û di cîhanê de deng veda.
Gelek kes ji derveya welat beşdarî berxwedana Kobanê bûn û kiryarê DAIŞ’ê belge kirin.
Êdî 1' ê Mijdarê weke rojeke serkeftin tê pîroz kirin.