Hate ragihandin gardiyanên girtîgeha Exlatê di dema belavkiirna eşyayan de êrîşî girtiyan kir û êşkence li wan kir.
Di encamê de 8 kes ji girtiyan birîndar bûn û li ser laşên girtiyên birînên werm û şînbûnên mezin çêbûne.
Pîştî êşkenceyê jî ji ber ku li girtiyên ji nexweşxaneyê re hatine sewqkirin, kelepçekirin hatiye ferzkirin bêyî werin tedawîkirin ew vegerandine.
Her wiha malbatên girtiyan bang li baro, rêxistinên hiqûqî û parlamenteran kirin ku seredana girtîgehê bikin.
Hate zanîn ku piştî êrîşê gardiyanan cihên girtiyan bi kêran dirandine û zirar dane eşyayên wan û beriya niha jî heman bûyer qewimiye.