Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo nîqaşên avakirina Hikûmetê berê xwe da Bexdayê.
Hat ragihandin ku wê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê dê çend hevdîtinan bike.
Ev serdana Nêçîrvan Barzanî, sê roj piştî serdana Namzetê Erkdarkirî yê Avakirina Hikûmeta Nû ya Îraqê Elî Falih Zeydî ya Başûrê Kurdistanê pêk tê.
Nêçîrvan Barzanî ligel serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê civiya
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, bi lîderên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya.
Di civînê de, pêvajoya siyasî ya Îraqê û hewlên avakirina hikûmeta nû ya Îraqê ya federe hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan balkişandin ser hevkariya hevbeş û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Barzanî di civînê de diyar kir ku Başûrê Kurdistanê piştevaniya pêvaoja siyasî ya Îraqê dike û dê hevkariya pêwîst peyda bike.