Piştî ku deriyê sînor ê Sêlmalka hat entegrekirin, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê sîstemeke nû ya gumrikê bi navê "Munesêq" li derî ferz kir.
Li gorî bazirganan ev sîstema nû bûye sedema ferzkirina baceke giran li ser kel û pelan ku di vî derî re derbas dibin.
Rêveberiya deriyê sînor civînek bi bazirganan re li dar xist, da ku daxwazên wan gotûbêj bikin.
Çavkanîyan ragihand ku Hikûmeta Veguhêz berovajî deriyên din ên Sûriyê, li deriyê Sêmalka şertên giran li ser bazirganan ferz dike.
Ev yek polîtîkayeke sîstematîk a li dijî herêmê nîşan dide.
Xwediyê şîrketek veguhestinê ku nexwest navê xwe eşkere bike got ku derbasbûna barên ji Ewropayê bi rêya Sêmalkayê hatiye qedexekirin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku derbaskirina cawan bi rêya deriyê sînor ê Sêmalkayê bi tevahî hatiye qedexekirin.
Her wiha diyar kir ku her çend kel û pelên destûrdayî bi rêya deriyê sînor derbas bibin jî, ew li xalên kontrolê yên ku ji hêla Hikûmeta Veguhêz ve têne birêvebirin, rastî astengiyan tên.
Bazirgan û navbeynkarên gumrikê ev şert û mercên qedexeyê şermezar kirin û daxwaza sivikkirina qedexeyan kir.
Çavdêr hişyariyê didin ku tedbîrên ji hêla hikûmeta Veguhêz ve têne girtin, dê bibin sedema pêleke nû ya enflasyonê ku dabînkirina pêdiviyên bingehîn dijwartir bike û hêza kirînê ya xelkê herêmê bêtir qels bike.