Daxuyaniya Naîm Qasim, ku li ser televîzyona Manar a Hizbullahê hat weşandin, wiha ye:
"Li Libnanê agirbest tune ye, êrîşên Îsraîlê berdewam dikin."
Qassim, tekezî li ser pêwîstiya garantiyên ji Îsraîlê di derbarê serwerî û ewlehiya welat de kir.
Sekreterê Giştî yê Hizbulahê da zanîn ku artêşa Îsraîlê êrîşên xwe berdewam dike, bi taybetî li ser başûrê Libnanê ku li wir avahiyan wêran dike û nahêle sivîl vegerin gelek deverên niştecihbûnê.”
Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Naîm Qassim bang li hikûmeta Libnanê kir ku yekîtiya neteweyî biparêze û got:
"Xiyanetê li berxwedanê nekin."