Ebas Eraqçî: Îmarat li dijî Îranê hevkareke çalak e

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî ( Îmarat ) di şerê li dijî Îranê de, hevkareke çalak e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ebas Eraqçî diyar kir ku Îmarat jî beşdarî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê bûye.

Her wiha Eraqçî îro di axaftina xwe ya li civîna BRICSê ya li Hindistanê de got, Îmarat hevkareke çalak di vê êrîşê de ye, guman di vê yekê de tune ye.

Ebas Eraqçî dest nîşan kir ku beşdariya Îmaratê di êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê de hatiye eşkerekirin û got:

"Dibe ku wan rasterast jî êrîş li dijî me pêk anîbin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye