Li xezayê li aliyekê şer, pevçûn, karesetên mirovî, li ayê din jî lêgerîna mayîndekirina agirbestê û naskirina dewleta Filistînê dewam dikin.
Şerîda Xezeyê nêzîkî 22 mehan e di nav şer de ye.
Li gorî raporeke ku ji aliyê NY ve hatiye amade kirin, zêdetirî du milyon niştecihên vê devrê bi birçîbûneke mezin re rû bi rû ne.
Li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Xezeyê, ji ber şerê navbera Hamas û Israîlê ya Cotmeha 2023'an, herî kêm 60 hezar kes li Xezeyê hatine kuştin.
Ji 251 dîlgirtiyên Îsraîlî ku ji aliyê Hemasê ve têne girtin, 49 kes hîn jî li Xezeyê ne.
Artêşa Îsraîlê dibêje, ji wan dîlgirtiyan 27an jiyana xwe ji dest dane.
Berdevkê parastina sivîl a Xezeyê Mehmûd Besel ji AFP'ê re got, "Herî kêm 30 kesên ku li bakurê bajarê Xezeyê li benda alîkariyê bûn hatin kuştin. Zêdetirî 300 kesî jî birîndar bûn. "
Mihemed Ebû Selmiya, rêveberê Nexweşxaneya El Şîfa li bajarê Xezayê, ji AFP re got ku nexweşxaneya wan 35 cenazeyên kesên ku di gulebaranê de hatibûn kuştin wergirtine.
Li gorî agahiyan, gulebaran li nêzîkî peravê, bi qasî sê kîlometreyan li başûrê rojavayê xala derbasbûnê ya Zîkîmê qewimî ku kamyonên alîkariyê ji bakur ve dikevin Şerîda Xezeyê.
Di heman çarçoveyê de, Artêşa Îsraîlê ji AFP re got ku wan guleyên hişyariyê avêtine ser mirovên ku nêzîkî cihên alîkariyê dibûn.
Kenda: Em ê dewleta Filistînê nas bikin
Li aliyekî din, Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ragihand ku ew ê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya meha îlonê de Filistînê wek dewletekê nas bikin.
Hefteyên borî Brîtanya û Fransa jî ragihandibûn ku ew ê di meha Îlonê de Filistînê wekî dewletekê nas bikin û wan banga pêkanîna çareseriya du dewletî kiribû.
Her wiha 15 welatan: Andora, Awistralya, Kanada, Fînland, Fransa, Îzland, Îrland, Luksemburg, Malta, Zelendaya Nû, Norwêc, Portugal, San Marîno, Slovenya û Spanyayê derbarê pirsgirêka Îsraîl û Filistînê de daxuyaniyeke hevpar a bi navê ‘Banga New Yorkê’ belav kiribûn û banga piştgiriya naskirina dewleta filistînê kirin.
Trump nerazîbûna xwe ser biryara Kenedayê anî ziman
Kanada û Amerîka li ser danûstandinên ji bo peymaneke bazirganiyê heta 'ê Tebaxê dixebitin.
Piştî biryara Kenedayê ya ji bo naskirina dewleta Filistînê, Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku dê zehmet be ku bi wî re peymanek bazirganiyê were çêkirin.