Di civînê de li ser pêşketinên ewlehiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, koordîne û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ya bi Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê hat gotûbêjkirin.
Talebanî sp
Her wiha Talebanî da zanîn ku gefa terorê li Iraq û Herêma Kurdistanê hîn bi dawî nebûye û ji bo derbaskirina pirsgirêkên ewlehiyê pêdivî bi stratejî û planên nû heye.
Di hevdîtinê de her wiha li ser geşedanên li Sûriyeyê jî nîqaş hat kirin, tekezî li ser aramiya welat û parastina mafên hemû aliyan, bi taybetî mafên Kurdan li Rojava hat nîqaş kirin.