Bi zêdebûna germê re tunelên gola kanîreşê bûne navnîşana hênikiyê

Bi bilindbûna germahiya li bajaran, welatî li cihên hênik û xwezayî yên xweş digerin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî bilindbûna pileya germahiyê li bajaran jî, li zozanên Balekayetî li Gola Kanîreş hê jî berf heye. 

Tunelên wê yên berfê, bala geştyaran kişandiye. 

Tunelên Gola Kanîreş a dikeve sînorê Gundê Wêzêy a ser bi navçeya Çomanê ya girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soranê ve, ji ber bedewî û xwezaya xwe û hebûna berfeke zêde ya neheliyayî; bala geştyaran kişandiye û rojane gelek geştyarên hundir û derve ji bo dîtina vê ciwaniyê serdanê dikin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tunelên berfê yên Kanîreşê nêzîkî 30 metreyan dirêj in û 4 metreyan jî bilind in. 

Ev cih 1810 metreyan ji asta deryayê bilindtir e. 

29 kîlometre dikeve beşa rojhilatê navçeya Çomanê, ya girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soranê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye