Berdevkê Hûsiyan: 4 êrîş li dijî Erebistana Siûdî hatin kirin

Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî ragihand ku wan di 48 demjimêran dawîn de 4 êrîş li dijî Erebistana Siûdî pêk anîne. Desteya Balafirgehên Sivîl a Erebistana Siûdî jî eşkere kir ku di êrîşên li ser balafirgeha navnetewî ya Melik Fehed de kesek hat kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pêla êrîşên Hûsiyan yên li dijî Erebistana Siûdî berfreh dibe.

Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî ragihand ku wan di 48 demjimêran dawîn de 4 êrîş li dijî Erebistana Siûdî pêk anîne.

Yehya Serî eşkere kir ku êrîş li dijî avahiya Wezareta Parastinê ya Riyadê, balafirgeha Melil Fehed a Navneteweyî, şîrketekî li Yenbeê û balafirgeha Ebha ya navneteweyî hatin kirin.

Yehya Serî her wiha da zanîn ku di êrîşa li ser şîrketa Aramcoyê de şewat derket, di heman demê de keştên hewayî yên balafirgeha Melek Fehed rawestiyan.

Serî ev êrîş wekî bersiv li hemberî êrîşên Erebistana Siûdî yên li dijî Yemenê pênase kir.

Berdevkê Hûsiyan îdia kir ku Erebistana Siûdî di sed rojên dawîn de zêdetirî 2 hezar û 900 êrîşên hewayî û mûşekeyî pêk anîne.

Bi gotina wî ev êrîş bûne sedema kuştin û birîndarbûna zêdetirî 562 kesî, piranî wan jin û zarok in.

Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî di dawiyê de diyar kir ku heya operasyonên leşkerî û dorpêça li ser Yemenê bi dawî nebin, wê êrîşên li ser Erebistana Siûdî bidomin.

Hûsiyan êrîşî balafirgeha Melik Fehed kir: Kesek mir û 8 jî birîndar bûn

Desteya Balafirgehên Sivîl a Erebistana Siûdî jî li ser êrîşên Husiyan ên li ser balafirgeha navdewletî ya Melik Fehed a li bajarê Demamê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşa li ser balafirgehê de kesek hatiye kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye