Ev demek e li Rojhilatê Kurdistanê liv û tevgera hêzên Îranê berfireh bûye û bicihkirina hêzên leşkerî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê duh êvarê ragihand ku ji hin parêzgehên Îranî karwanekî mezin ji hêzên Supaya Pasdarên Îranê ve ji bo hin bajarên parêzgeha Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye şandin.
Torê diyar kir ku ev karwan bi çekên giran û nîvgiran hatiye amadekirin û bo bajarên wekî Sine, Kamyaran, Serûabad, Merîwan û Baneyê hatiye şandin.
Berfirehbûna êrîşên Îranê li ser baregehên partiyên Kurdî
Beriya demekê jî, bi sedan hêzên Supaya Pasdaran bi karwanên leşkerî ber bi deverên çiyayî yên Şahoyê û bajarê Sineyê ve jî hatibûn veguhastin.
Piştî bicihbûna hêzên Îranî li deverên navborî, di hefteya borî de dest bi kemîn, operasyonên topbarankirinê û êrîşên dronî li dijî hêzên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li deverên çiyayî li Şaho û Merîwanê kirin.
Hêzên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî hêzên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK), di van operasyonan de hatin armanckirin.
Lê belê YRK’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî êrîşên bênavber ên li ser hêzên wan li deverên Şaho û Merîwanê, wan bersiva van êrîşan da.
YRK’ê daxuyand ku bersiva wan hat, piştî ku hêzên Îranê hişyariyên rawestandina van êrîşan paşguh kirin.
Her wiha dewleta Îranê di van hefteyên dawî de, bi berdewamî bi dron û mûşekan êrîşî baregeh û kampên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê jî dike.
Daxwaza derxistina partiyên Rojhilat ji Başûrê Kurdistanê
Têkildarî mijarê, di roja 20’ê cotmehê de jî, Balyozê Îranê yê li Bexdayê Mihemed Kazim Al Sadiq bi nivîsekê li ser X’ê eşkere kiribû ku aliyên Îranî û Îraqî roja 19’ê cotmehê civîneke hevbeş li Bexdayê li dar xistin.
Mihemed Kazim Al Sadiq diyar kir ku di civînê de ew der barê partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê de gihîştin lihevkirinekê.
Al Sadiq daxuyand ku herdu aliyan li hev kir ku partiyên Kurdî yên Rojhilat ji xaka Başûrê Kurdistanê derxin an jî wan radestî Îranê bikin.