Di çarçoveya maçên gera 11`emîn ji Lîga Îraqê îro tîma Zaxo û Erbîl hatin beramberî hev.
Maç li stadyuma Zaxo hate lîstin.
Nîvê yekem ji maçê tîma Erbîl bi gola Îsmaîl mihrab pêş ket.
Piştre lîstikvanê Zaxo bi golê Ziyad Ehmed encama wekhevî bi dest xist.
Beriyia ku maç bi dawî bibe di deqeya 99an de lîstikvanê Zaxo Şêrzûd Tîmîrov golê dawî û yê serkeftinê avêt.
Bi vî awayî maç bi encama 2-1 bi serkeftina tîma Zaxo qediya