DEM Partî: Ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê hikûmet li benda çi ye?

Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nîqaşên li ser leza gavên siyasî û paşerojê berdewam dikin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser sekinandina gavên di pêvajoyê de û ji hikûmetê çend pirsên krîtîk kirin. DEM Partî dibêje: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê, hûn li benda çi ne? Çima pêvajoya ji bo enfeksiyonê vekirî hatiye hiştin? Kîjan dest rê li ber pêşveçûna pêvajoyê digire? Em pirsa 'çi dibe' dipirsin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Tirkiyê, di hewldanên çareserî û aştiyê de rawestîna gavên pratîkî û nezelaliya pêvajoyê, dibe sedema bertek û pirsên nû.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da û rasterast bal kişand ser sekinandina gavên siyasî.

Dogan pirsî ku çima komîteya diyarkirî dest bi xebatê nake?

Ayşegul Dogan: Kîjan dest pêşî li ber pêvajoyê digire

"Komîteya Aştî û Siyasîbûnê dê kengî dest bi xebatê bike?

Çima tê sekinandin?

Kîjan dest pêşî li ber van xebatan digire?

Yanî destê ku em nabînin, li ser vê pêvajoyê heye?

Gelo destekî wisa di dewrê de ye?"

"Sistkirina pêvajoyê dê xeteriyên mezin bi xwe re bîne"

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku tevgerê li gorî banga çareseriyê gavên mezin avêtine, çalakiyên çekdarî bi dawî kirine, kongre li dar xistine û ji herêmê vekişiyane.

Lê belê rayedarên hikûmetê tenê dibêjin 'pêvajo di reya xwe de diçe'.

Ayşegul Dogan hişyarî da ku ev nêzîkatî rê li ber xeteriyan vedike û got:

"Belavkirina pêvajoyê bi demê re dê rê li ber enfeksiyonên cidî veke.

Ger hemû alî di vê tespîtê de li hev dikin, îcar li benda çi ne?

Çima ji enfeksiyonê re vekirî tê hiştin?"

Ayşegul Dogan bal kişand ser gotinên rêveberên ku dibêjin 'pêvajo di tewereya xwe de diçe' û destnîşan kir ku heke wisa be, divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê bên guherandin û ev anî ziman:

"Gelo bûyerên niha li gorî tempoya pêvajoyê ne?

Li girtîgehan mirovên ku zêdeyî0 30 salî di girtîgehê de ne, tevî ku nikarin di şert û mercên girtîgehê de bimînin jî, bi behaneyên keyfî tên ragirtin.

Li Sincanê mafê berdana mercî bi tevahî hatiye sekinandin.

Înfaza gelek girtiyên nexweş û pîr bi behaneyên bêbingeh tên şewitandin.

Divê êdî Wezareta Dadê dev ji daxuyaniyan berde û gaveke şênber biavêje."

Ev hefteyek e li ser pêvajoyê hem zimanê hin kesên nêzî hikûmetê hem zimanê siyaseta Kurdî tûj bûye.

Ev yek jî bi xwe re gelek pirsan tîne.

Ji wan, pirsa herî zêde ya tê belavkirin ev e: Gelo pêvajo rawestiyaye?

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye