"Divê rêça me demokrasî be û rêberê me jî edalet be"
Ekrem Îmamoglû daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kir û got:
"Di vê serdema krîtîk de çi zilm û zor em bibînin jî, yekîtî û hevgirtina me ya neteweyî, xwesteka me ya ji bo jiyana wekhev û parastina pêşeroja me dê Tirkiyeyê biparêze û bilind bike. Pêwiste rêça me demokrasî be û rêberê me jî edalet be.
Di vê çarçoveyê de, pêwiste tavilê serbest berdana Birêz Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, ku neh sal berê bi talîmatên hikûmetê, beyî ku edalet û demokrasiyê li ber çavan bigirin, hatin girtin, were pêkanîn."
"Gel daxwaza demokrasiyê dikin"
Îmamoglû wiha axaftina xwe domand: "Yekîtiya me ya neteweyî û hevgirtina me, yekparçeyiya welatê me ya bêhempa û demokrasiya rastîn, tenê bi daxwazên milet û rêberiya siyaseta demokratîk pêk tê. Gelê me daxwaz dike ku çek bêdeng bibin û demokrasî ser bikeve."
Her wiha Ekrem Îmamoglû di dawiya axaftina xwe de wiha got:
"Em dizanin ku hûn ji ber kaos, krîz û pevçûnên siyasî yên li welatê me westiyane. Lê piştrast bin! Wekî leşkerên bênavber ên têkoşîna demokrasiyê, em ê îradeya xwe ya ji bo sîgortaya Tirkiyeyê, parastina mafên milet û parvekirina xewnên we bidomînin."