Ahmet Karagoz: Heya kedkar vedigerin ser karê xwe wê tekoşîna me bidome

Meşa Konfederasyonên Sendîkayên Kedkarên Kamûyê (KESK) ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve ji bo kesên ku bi biryarnameyên Hukmê Zagonê (KHK) ji kar hatibûn derxistin vegerin ser karê xwe di roja xwe ya 4`emîn de bi dawî bû. Hevserokê Giştî yê KESK`ê Ahmet Karagoz beriya daxûyaniyê ji bo daxwazên wan bigihînin Parlemena Giştî bi Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari û gelek Nûnerên Partiyên Siyasî re hevdîtin kir. Ahmet Karagoz di çalakiyê de axivî û got: “Heta ku em aştî û demokrasiyê neynin ser axa vî welatî em ê dev ji vê têkoşînê bernedin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

KESK'ê meşa xwe ya ji bo kedkarên giştî yên bi KHK`an ji kar hatin durxistin di roja 4`emîn de bi banga “Dadwerî û vegera li ser kar” bi dawî kir.

 

KESK bi nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin kirin

 

Meşê bi daxwaza Edaletê di 13`ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve destpêkiribû. Çalakvan piştî bi nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), Partiya Kedê(EMEP) û Partiya Komarî ya Gel (CHP) re hevdîtin kir daxuyanî dan.

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz bi Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Parlamentera EMEP'ê Sevda Karaca û Alîkara Serokê Giştî yê CHP'ê Gamze Taşcier re hevdîtin kir.

Karagoz da zanîn ku di hevdîtinê de nûneran diyar kirine ku ew ê daxwazên dûrxistiyên KHK'an roja sêşemê di civîna komên xwe ya parlamenê de bînin rojevê.

 

Karagoz: Em bi aştî, demokrasî û kedê ve girêdayîn e

 

Piştî hevdîtina bi nûnerên partiyan re Karagoz axivî û got: “Bila neyê fikirîn ku ev kar îro li vir bi dawî dibe. Heta ku hemû hevalên me yên KESK'ê li erkên xwe vegerin em ê vê têkoşînê bidomînin."

Di domandina axiftinên xwe de Karagoz bal kişand ser girêdana Kedkaran a bi demokrasî û aştiyê re û got:“Ji ber ku em bi aştî, demokrasî û kedê ve girêdayî ne heta ku em aştî û demokrasiyê neynin vî welatî, em ê dev ji vê têkoşînê bernedin.”

 

"Em ê karê xwe paş de bistînin"

Bi heman boneyê KESK`ê li Bajarên Edene, Êlih, Agirî û Antalyayê jî bi dirûşmeyên “Em ê karê xwe paş de bistînin” çalakî li dar xist.

Di daxuyaniyan de hate gotin: “Heke desthilatdarî behsa aştiya civakî dike, divê weke gava yekem hemû kedkarên qamûyê yên ku bi awayekî bêhiqûqî ji kar hatine dûrxistin, li karên wan vegerîne.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye