Li asmanê Hewlêrê teqîn: Du dron hatin xistin

Li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Başûrê Kurdistanê, dengê çend teqînan hat bihîstin, her wiha çavkaniyên ewlekariyê derbarê dengê teqînan de piştrast kirin ku du dronan li nêzî baregehên leşkerî hatine xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Başûrê Kurdistanê, di saetên derengiya şevê de dengê çend teqînên li pey hev hat bihîstin. Li gorî çavkaniyên ewlekariyê yên Îraqî û Kurdistanî ve hatine ragihandin, pergalên parastina asmanî li dijî êrîşeke drona çalak bûne.

Çavkaniyekî ewlekariyê yê bilind ragihand ku pergala parastinê ya li nêzî balafirgeha Hewlêrê û baregehên hevpeymaniya navdewletî karîbû du dronan beriya ku bigihîjin armancên xwe, di asmanê herêmê de bixin û bêbandor bikin.

Piştî bûyerê, Supaya Pasdarên Îranê daxuyaniyeke fermî belav kir. Supayê di daxuyaniya xwe de berpirsiyariya vê êrîşê girt ser xwe û diyar kir ku wan bi dronan baregehên leşkerî yên Hêzên Çekdar ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li Hewlêrê kirine armanc.

Heta niha derbarê zirarên canî an maddî yên gengaz de ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê an jî ji aliyê Amerîkayê ve tu daxuyaniyên fermî yên berfireh nehatine dayîn, lê zanyariyên destpêkê dibêjin ku drona li devereke vala ketine û zirarên mezin çênebûne. Berpirsên ewlehiyê lêkolînên xwe yên li ser cihê bûyerê berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye