Li deryaya Mermereyê du keştî li hev ketin: 10 xebatkar winda ne

Li deryaya Mermereyê qada navçeya Silivriyê ya Stenbolê, du keştiyên bazirganiyê yên bi navên "Alsu" û "Tugberk Imamoglu" ku her du jî bi ala Tirkiyê bûn, li hev ketin. Di encama vê qezayê de ku serê sibê rû da, têkiliya rayedaran bi keştiya "Tugberk Imamoglu" û 10 endamên tîma wê re bi temamî qut bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nivîsgeha Parêzgarê Stenbolê ragihand ku piştî bûyerê, tîmên Parastina Peravan û helîkopter ji bo operasyona lêgerîn û rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatine kirin. Di lêkolînên yekem de diyar bû ku ti zirareke xuya li ser keştiya din a bi navê "Alsu" pêk nehatiye. Hat ragihandin ku keştiya "Alsu" tankereke kîmyewî ye û "Tugberk Imamoglu" jî keştiya barhilgir a ziwa ye. Heya niha xebatên rizgarkirinê yên ji bo dîtina tîma winda bi lezgînî berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye