Dijî terora Kurdistanê: 10 dron li asmanê Hewlêrê hatin xistin

Dijî terora herêma Kurdistanê ragihand ku berbanga îro 10 dronên bombekirî li asmanê bajarê Hewlêrê hatine xistin û di encamê de tu ziyanên giyanî yan madî çênebûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dijî terora Kurdistanê di daxuyaniyeke fermî de ragihand ku berbanga îro, 2'ê Îlona 2026'an, êrîşeke berfireh a dronên bombekirî li ser asmanê bajarê Hewlêrê hate pûçkirin. Li gorî hûrgiliyên ku di daxuyaniyê de hatine parvekirin, ev 10 dronên bombekirî di navbera saet 01:13 - 03:31 berbangê de ketine nav qada esmanî ya herêmê.

Hêzên hevpeymanan bi awayekî lezgîn mudaxele kirine û hemû dronên êrîşkar li asmanê bajêr hatine têkbirin û xistin xwarê. Dijî terora Kurdistanê derbarê encamên vê êrîşê de tekez kir ku ji ber pûçkirina van dronan tu ziyanên giyanî negihîştine welatiyan û tu ziyanên madî yên berçav jî li pey xwe nehiştiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye