Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê, li saloneke dawetê ya li navçeya Peyasê şîveke piştevaniyê li dar xist.
Hevşaredarên bajêr û navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî şevê bûn.
Endama Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî.
Di axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got:
"Di encama vê hewldanê de, îro em ji duh zêdetir bi hêvî û nêzî çareseriyê ne. Çareseriya ku me hêvî dikir wê pêk were."
Gulîstan Kiliç: Îmralî bûye girava aştî û çareseriyê
Derbarê serdana komîsyona ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li meclisê hatiye avakirin û serdana Îmraliyê kiriye de, Gulistan Kiliç Koçyîgît got:
"Çûyîna komîsyonê bo Îmraliyê rê li ber derbasbûna astengiyeke mezin a di dîrokê de vekir.
Birêz Ocalan li Îmraliyê gelek bi biryar û bi coş e.
Min bi xwe dît ku ew li pişt banga 27'ê Sibatê ye û ji bo serketina vê pêvajoyê wê her cure alîkariyan bike.
Girava Îmraliyê demekê girava tecrîdê bû, lê îro Îmralî bûye girava aştî û çareseriyê."
Gulîstan Koçyîgît: Aştî bi hincetan nayê avakirin
Gulistan Kiliç Koçyîgît rexne li hinek partiyên siyasî kir ên ku di komîsyonê de ne û neçûne Îmraliyê û wiha pê de çû:
"Aştî bi hincetan nayê avakirin. Mirovên wêrek aştiyê çêdikin. Siyasetmedarên wêrek ava dikin.
Yên ku baweriya wan bi aştiyê nîn e, bila hincetan neyînin ziman.
Eger bi rastî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê xwestin, dem hatiye ku her kes pêwîstiya gotina xwe bi cih bîne."
Koçyîgît: Em celadê xwe baş nas dikin
Gulistan Koçyîgît bersiv da gotinên Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel ên derbarê "evîndarê celadê xwe" de û wiha domand:
"Em celadê xwe baş nas dikin, lê tevî vê yekê, em dixwazin her kes ji bo çareserî û aştiyê seferber bibe.
Em dizanin ku yên siyaseta aştiyê bi destê xwe ji sînordariya AKP-MHP'ê re dihêlin, ne siyaset e.
Em careke din dixwazin vê bangê bikin; Kurdan tenê di dema hilbijartinan û tengavan de bîr neynin.
Kurdan di dema aştiyê û di demên ku pêwîstiya çareseriyê heye de bîr bînin."
Gulîstan Kiliç Koçyîgît di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku qonaxa yekem a pêvajoyê qediyaye û pêwîst e îktîdar, zû qanûnên azadiyê û qanûnên entegrasyona demokratîk bîne rojevê û got:
"Qonaxa duyemîn jî rêziknameyên qanûnî ne. Dibêjin ev pêvajo, Pêvajoya Tirkiyeyeke Bê Teror e.
Em AKP’ê baş nas dikin, lê îro kes dijbertiya AKP'ê neke dijbertiya çareseriyê."