Li Til Temirê şehîdên Asûr ên 7`ê tebaxê hat bibîranîn

Li bajarê Til Temir " Roja Şehîdên asûr " ên 7 Tebaxê bi çalakiyekê hatin bi bîranîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çalakî li hola dêra El Qidîse bi beşdarîbûna Nûnerên hêzên siyasî, olî û şandeyên pêkhateyên Til Temirê yên Kurd, Ereb û Suryan, saziyên civaka sivîl, kesayetên çandî û civakî çalakî hat lidarxistin. 

Nûnerê Partiya Demokratîk a Asûr Waêl Mîrza anî ziman ku gelê Asûr di vê rojê de, komkujiyên li dijî wan pêk hatibû bi bîr tînin.

Di serî de Komkujiya Sêfo ya sala 1915`an bû.

Mîrza da zanîn ku ew şehîdên Sêfo, şehîdên Xabûr û her kesê ji bo rûmeta gelê xwe canê xwe feda kiriye ji bîr nakin.

Divê mafê hemû pêkhateyên Sûriyê bê naskirin

 

Waêl Mîrza wiha axaftina xwe bi dawî kir:

" Di vê demê de eger mafê hemê pêkhateyan li Sûriyeyê neyê naskirin, aramî jî li Sûriyeyê çênabe.

Ev naskirin bi rêya destûreke nû ye ku wekheviyê, pirrengiya civakî û zimanî dabîn dike."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye