Îro bi dronan êrîşî baregeha Çemşarê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li nêzîkî Kampa Darêşekranê ya li sînorê Hewlêrê hat kirin.
Der barê êrîşê de endamê Serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê, Edîb Xalidiyan daxuyaniyek da û got:
‘‘Êriş saet 02:00’yê nîvê şevê hatiye kirin û di encamê de 8 Pêşmergeyên me birîndar bûn.’’
PAK: Di êrîşê de 8 pêşmerge birîndar bûn
Xalidiyan li ser rewşa tenduristiyê ya birîndaran da zanîn ku rewşa peşmergeyên birîndar giran e.
Her wiha amaje bi wê yekê kir ku ziyaneke mezin jî li baregeha wan bûye û ev agahî da:
‘‘Her tim dronên çavdêriyê li ser baregehên me difirin û agahiyan kom dikin.’’
Partiya Azadiya Kurdistanê heta niha gelek caran ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye bombebarankirin.
Di êrîşên berê de du Pêşmergeyên wan jiyana xwe ji dest dabûn û 26 Pêşmergeyên wan jî birîndar bûbûn.
Ji 28'ê sibatê heta îro 920 êrîş hatine kirin
Her wiha ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê yê ji 28ê sibatê ve û heta îro, bi nêzîkî 920 dron û mûşekan êrîşî Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrîşan de 30 kes şehîd ketin û 148 jî birîndar bûne.
Ji wan birîndaran 82 kes Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Wezareta Derve ya Sûriyê êrîşên Îranê şermezar kir
Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve ya Sûriyê der barê van êrîşan de bi daxuyaniyekê got:
‘‘Em êrîşên Îranê yên bi dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê, Kuweyt, Uman, Behreyn û Urdunê bi tundî şermezar dikin.
Ev êrîş serweriya neteweyî binpê dike, gefê li ewlehî û aştiyê dixwe û qanûnên navneteweyî binpê dike.’’