Di saetên derengiya şevê de, piştî qutkirina bi salan, ava stasyona Elok gihîşt stasyona Hemayê ya bakurê bajarê Hesekê.
Bi awayekî tecrubeyî di stasyona Elok de 19 bîr tên bikaranîn.
Gerînendetiya Avê ya Hesekê ragihand ku xebatên rakirina astengiyên li ser vê xeta avê didomin.
Piştî tekezkirina amadebûna stasyonan, dê depoyên stasyona Hemayê werin dagirtin û paşê dê av ber bi taxên Hesekê ve were şandin.
Şîrketa giştî ya ava vexwarinê û kanalîzasyonê, duh diyar kir ku wê bi awayekî fermî xistina stasyona Elok di warê xizmetê de ragihînin.
Wê ev yek piştî bidawîkirina lêkolînên der barê başbûna kalîteya avê ji hêla aliyên peywendîdar ve pêk were.