Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî nexweşiya Ebolayê hêdî hêdî li du welatên parzemîna Afrîqayê belav dibe.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, heta niha li parêzgeha Ituri ya li bakurê rojhilatê Kongoyê, 30 kes bi nexweşiya Ebolayê ketine.
Li Ugandayê kesek bi vîrusa Ebolayê mir
Her wiha Uganda li paytexta xwe Kampala du bûyerên piştrastkirî ya vê nexweşiyê ragihandiye ku yek ji wan miriye.
Her du kesên li Uganda ku bi nexweşiya Ebolayê ketine vê dawiyê ji Kongoyê hatibûn.
Welatiyekî Amerîkî testa wî ya vîrusê pozîtîf derket
Her wiha, li gorî rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, testa welatiyekî Amerîkî ya vîrusê pozîtîf derketiye.
Welatiyê Amerîkî ji bo dermankirinê veguhestin Almanya yê.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi rayedarên Kongoyê, Uganda û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re dixebitin ji bo rê li pêşiya belavbûnê berfireh a vîrusê bigirin.
Ji bilî bûyerên piştrastkirî, zêdetirî 500 bûyerên gumanbar û 130 mirinên ku guman tê kirin bi vîrusê ve girêdayî, hatine ragihandin.