Bêxewî her ku diçe wekî pandemiyeke tenduristiyê ya bêdeng belav dibe û jiyana bi mîlyonên mirovan dixe bin metirsiyê.
Raporên nû yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û lêkolînên zanistî yên dawî, hişyariyeke tund didin ku kêmbûna xewê ne tenê westandineke asayî ye, lê belê rasterast rîska krîza dil, tansiyona bilind û qelsbûna sîstema bergiriyê zêde dike.
Lêkolînên nû nîşan didin ku amûrên teknolojîkê mîna telefon û ronahiya şîn a ekranan, rê li ber derdana hormona melatonîn (hormona xewê) digirin.
Ev rewş bi taybetî di nav ciwanan de bûye sedema bêxewiyeke giran.
Pisporên tenduristiyê pêşniyar dikin ku mirov piştî nîvro dûrî qehwê bikevin, di heman demê de beriya xewê jî dûrî ekranan bikevin û saetên diyar ên razanê biparêzin.
Her iwha pisporan piştrastkirin ku ev çareseriyên herî bi bandor ji bo pandemiua bêxewiyê ye.
Xew, ne tenê bêhnvedaneke hêsan e, lê belê stûna herî sereke ya parastina tenduristiya laş û hiş e.
Guhnedana saetên xewê yên birêkûpêk rê li ber nexweşiyên giran ên mîna dil û hîpertansiyonê vedike.
Lewra divê em xewê wekî pêdiviyeke tenduristiyê ya bingehîn bibînin û guhertinan di şêwazên jiyana xwe ya rojane de bikin.