Li Til Temirê nexweşiya laşmaniyê zêde bûye

Li bajarê Til Temir û gundewarên derdora wê nexweşiya laşmaniya zêde bûye. Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng rojane bi dehan nexweşên laşmanyayê werdigire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xebatkarê Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng, Mihemed Hesîno da zanîn ku li ser laşê hin zarokan zêdetirî 7 birînan hene.

Her wiha diyar kir ku pirsgirêk ne tenê hejmara mezin a nexweşan e, lê derman têra hemû nexweşan tune ye.

Li gorî bijîşkên li Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng gelek sedemên belavbûna vê nexweşiyê li Til Temirê hene.

Sedema herî berbiçav cihê Til Temirê ye ku li ser qeraxên du çeman; Xabûr û Zirganê ye.

Ava herdu çeman ji dema ku dewleta Tirk a dagirker ava wan qut kiriye, veguherîne golên gemar.

Rêveberiya nexweşxaneyê daxwaz ji rayedarên tenduristiyê re şand da ku bi lezgînî dermanan peyda bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye