Îran, Çîn û Rûsya nameyek hevbeş têkildarî biryara 2231 ji NY re şandin

Nameyek hevbeş ji Îran, Rûsya û Çînê derbarê biryara 2231 û encamên nirxandina doza Îranê di Konseya Ewlehiyê de hate pêşkêşkirin. Nûnerên her sê welatan daxwaz kirin ku ev peyam werin tomarkirin û wekî belgeyek Konseya Ewlekariyê werin belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di Tîrmeha 2015'an de, gelek hewldanên dîplomatîk ji bo gihîştina çareseriyek berfireh û demdirêj ji bo pirsgirêka nuklerî ya Îranê bi Plana Çalakiya Hevbeş a Berfireh, hebûn.

Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de, Konseya Ewlehiyê bi yekdengî ya Neteweyên Yekbûyî biryara 2231 pejirand, ku Plana Çalakiyê ya Hevbeş a Berfireh (JCPOA) erê dike.

Balyoz û Nûnerên Domdar ên Îran, Rûsya û Çînê li Neteweyên Yekbûyî, nameyeke hevbeş, têkildarî bidawîkirina biryara 2231, ji Serokê Konseya Ewlehiyê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re, pêşkêş kir.

Her sê welatan di nameyê de piştrast kirin ku hemû bendên biryarê, di 18'ê Cotmeha 2025'an de, li gorî benda heştemîn a biryarnameyê, bi dawî bûne.

Nameya hevbeş di 2'yê Kanûnê de ji aliyê Nûnerê Îranê Emîr Seîd Îravanî, Nûnerê Rûsya Vasily Nebenzya û Nûnerê Çînê Fu Cong ên domdar li Neteweyên Yekbûyî ve, hate şandin.

'Bi vê gavê nirxandina doza nuklerî ya Îranê bi dawî dibe'

Di nameyê de wiha hat gotin:

"Bidawîanîna biryara 2231 dê nîşan bide ku nirxandina mijara nukleerî ya Îranê li Konseya Ewlehiyê bi dawî dibe.

Ev jî nîşaneyeke ku wê Îran beşdarî xurtkirina otorîteya Konseyê û baweriya dîplomasiya piralî bibe.

Komara Îslamî ya Îranê, Komara Gel a Çînê û Federasyona Rûsyayê pabendî danûstandinên dîplomatîk ên avaker, bi hemî endamên Konseya Ewlehiyê re, dibin.

Ew bi vê yekê amadebûna xwe radigihînin ku piştgiriyê bidin hewildanên kolektîf ên parastina xwezaya aştiyane ya bernameya navokî ya Îranê."

Her wiha, her sê welatan tekez kirin ku pêwîste hemî aliyên têkildar pabend bin ku çareseriyek siyasî bi rêka diplomasî û diyalogê, bibînin.

Nûnerên her sê welatan daxwaz kirin ku ev peyam werin tomar kirin û wekî belgeyek Konseya Ewlekariyê werin belavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye