JD Vance: Ji bo gihîştina rêkeftineke gengaz dan û standin didomin

Alîkarê Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) JD Vance, diyar kir ku di hevdîtinên navbera Washington û Tehranê de pêşketinên girîng hene û wiha got: “Her du alî ji bo gihîştina rêkeftineke gengaz danûstandinan didomînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amerîka û Îranê li aliyekî êrîşî hev dikin û li aliyekî din jî daxuyanî tên dayîn ku her du welat ji bo gihîştina rêkeftineke gengaz dan û standinan didomînin.

Alîkarê Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) JD Vance li ser rewşa dawî ya dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de daxuyanî da rojnamevanan.

JD Vance diyar kir ku li ser hin xalên metna peymanê xebat tê meşandin û wiha anî ziman:

“Me pêşketineke mezin bi dest xist. Em hêvî dikin ku ev pêşketin dewam bike.

Lê belê hîna zelal nebûye ka gelo serok Donald Trump wê peymanê erê bike yan na.”

“Peyman hîna ji aliyê Trump ve nehatiye erêkirin”

Li gorî nûçeya çapemeniya DYA’yê, Washington û Tehran ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn, nêz bûne ku li ser peymaneke çarçoveyê li hev bikin.

Lê belê çavkaniyan diyar kirin ku peyman hîna ji aliyê Trump ve nehatiye erêkirin.

“Di peymanê de şertê ku Îran çeka nukleerî bi dest nexe, heye”

Li gorî agahiyên Axiosê, di peymanê de şertê ku Îran çeka nukleerî bi dest nexe, heye.

Li beramber vê yekê tê pêşbînîkirin ku hin pêkanînên DYA’yê yên li ser îxracata petrolê ya ji bo Îranê, bên rawestandin û dorpêça li ser lîmanên Îranê were rakirin.

Di peymanê de tê plankirin ku derbasbûnên li Kendava Hurmizê li ser bingehê “xwegihandina bêsînor” bên domandin.

Lê belê Wezîrê Xezîneyê yê DYA’yê Scott Bessent diyar kir ku ew ê nehêlin li herêmê “sîstemeke pere ya ji bo derbasbûnê” were avakirin.

Li aliyê din, Washingtonê ji bo bi sînorkirina pereyên ku Îranê ji firotina petrolê bi dest xistine, pêkanînên nû ferz kirin.

Rêveberiya Tehranê dixwaze maldariya wan a nêzî 24 milyar dolarî ya hatî rawestandin, bikeve meriyetê.

Îran qebûl nake ku stokên uranyumê yên hatine dewlemendkirin, ji derveyî welêt re werin şandin.

Serokê DYA’yê Donald Trump jî dixwaze ev stok bi temamî bên îmhakirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye