Artêşa Pakistanê, di çarçoveya operasyona "Xezeb lil Heq", êrîşên ezmanî birin ser binkeyên komên çekdar ên Efxanistanê. Li gorî daxuyaniya fermî ya Îslamabadê, di van êrîşan de kampên rêxistinên "Fitne al-Xewarij" (ku wekî Talibana Pakistanê TTP tê naskirin) û "Fitne el-Hindustan" hatine armancgirtin û di encama yekem de 22 çekdar hatine kuştin û cebilxaneyên wan hatine rûxandin. Pakistanê tekez kir ku wan bi baldarî êrîş kirine da ku zirar negihîje sivîlan.
Li aliyê din, Berdefkê Hukûmeta Talibanê li Efxanistanê, Zebîhullah Mucahîd, ev êrîş şermizar kirin û ew wekî "destdirêjî û sûcekî li dijî serweriya welat" bi nav kir. Mucahîd diyar kir ku firokeyên Pakistanê malên sivîlan li parêzgehên Helmand û Kunarê bombebaran kirine.
Li gorî daxuyaniya Kabulê, di encama van êrîşan de 9 sivîl di nav wan de jin û zarok hene hatine kuştin, 11 kes birîndar bûne û sê xanî bi temamî wêran bûne.