Netanyahû: Lêkolînên li ser bûyera balafira "Fly Dubai" berdewam in

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku hîn zû ye aliyê li pişt hewldana xistina balafira pargîdaniya "Fly Dubai" ku ber bi Tel Evîvê ve diçû were eşkere kirin, her wiha destnîşan kir ku dibe ku Îsraîl beşdarî lêpirsînan bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, di hevpeyvînekê de ligel kanala "Fox News" ya Amerîkî, di bersiva pirsa derbarê îhtimala destwerdana Îranê di vê bûyerê de got: "Hîn zû ye ku em bi zelalî vê yekê bibêjin". Wî zêde kir ku aliyê êrîşkar niha li Erebistana Siûdî di bin lêpirsînê de ye û tê çaverêkirin ku radestî Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî were kirin, her wiha Îsraîl dê lêpirsînê bişopîne û heta bigihîje "kokên" bûyerê.

Ev daxuyanî piştî wê yekê tên ku roja çarşemê balafireke pargîdaniya Fly Dubai ya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, ku 174 rêwî tê de bûn, rastî rûdaneke ewlehiyê ya tund di nava kabîna pîlotan de hat. Li gora agahiyan, alîkarê pîlot hewldana xistina balafireyê kiribû.

Ji aliyê xwe ve, pargîdaniya "Fly Dubai" jî daxuyand ku hîn sedemên rasteqîn ên vê rûdanê bi tevahî ne diyar in û lêkolînên fermî berdewam in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye