Fîdan li Bexdayê xwe dubare kir!

Hakan Fîdan di derbarê pirsgirêka Kurd de li Bexdayê jiber ên xwe yên klasîk domand û Iraqê jî xwest ku tevlî zextên ewlekariyê yên li ser Tevgera Azadiyê bibe.

reset font size increase font size

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Bexdayê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.

Piştî Wezîrê Karê Derve yê Iraq û Tirkiyê civiya, daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ewil Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên axivî û got ku peywendiyên Iraq û Tirkiyeyê dîrokîne û axifî; “Me îro civînek serkeftî pêkanî û yek ji mijara sereke ya civîna me, dosyaya avê bû. Heya niha 26 peymanên aborî, bazirganî, ewlekarî, çand, ciwan, rê, enerjî û gelek mijarên din bi Tirkiyeyê re hatine îmzekirin. Em dixwazin ev peyman ne tenê li ser kaxezê bimînin, bikevin meriyetê.”

Fuad Hisên herî dawî diyar kir ku Iraq piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û pêngavên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dike. Fuad Hisên despêkirina xebata siyasî girîng wesif kir û soz da ku Iraq piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê.

Piştî wê Hakan Fîdan dest bi axaftina xwe kir. Fîdan got ku ew bi hempîşeyê xwe re civiyaye û wiha pê de çû; “Wê para ava Iraqê were berdan, lê ji bilî vê Tirkiye wê di projeyên avdêrî û avakirina binesaziyên ava Iraqê de, bi Iraqê re bibe alîkar. Li gorî me pêşxistina rêya bazirganiyê, projeyên hilberînê, hemahengiya di warên enerjî û hilberîna neftê de gelek girîngin.”

Hakan Fîdan di dewama axaftina xwe de diyarkir ku Tirkiye û welatên din yên herêmê yên cîran, dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û peymanan îmze bikin.

Di dewamê de Hakan Fîdan balkêşa ser pêvajo û pêngavên dîrokî yên Tevgera Azadiyê û got; “Me li ser pirsgirêka ewlehiyê nîqaş kir û em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê!”

Fîdan got ku ew hem li Bexda hem jî li Hewlêrê ji bo çekdanîna PKK’ê di nava danûstandinan dene. Hakan Fîdan ji Iraqê jî xwest ku tevlî zextên ewlekariyê yên li ser Tevgera Azadiyê bibe û got; “Em heman daxwaz ji Şam û Tahranê jî dikin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye