Li gorî ajansa fermî ya Îranê (IRNA), Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, santralên nukleer ên welêt serdan kir.
Mesûd Pizîşkiyan, di serdana xwe de axifî û got: “Zanista nukleer di mejiyê zanayên me de ye. Têkbirina avahî û kargehan ne pirsgirêk e. Em dê ji nû ve û bi awayekî bihêztir ava bikin."
Pizîşkiyan anî ziman ku çalakiyên nukleer ên Îranê ji bo armancên aştiyane û sivîl in û wiha pê de çû: "Dijmin hewl didin wêneyekî wisa nîşan bidin ku em hewl didin bombeyê çêbikin lê li gorî fetwaya Rêber (Elî Xamineyî), em bikaranîna bombeya nukleer heram dibînin."
Amerîkayê jî 22yê Hezîranê êrişî santralên nukleer ên Îranê yên li Natanz, Fordo û Îsfahanê kiribû.
Îranê jî wekî bersivdayînê, 23yê Hezîranê êrişî Baregeha Asmanî ya El-Udeydê ya Amerîkayê ya li Qeterê kiribû.