Hejmara qurbaniyên şewata Hong Kongê gihaşt 128 kesan

Hejmara qurbaniyên şewata Kompleksa Wang Fook Kort ê li Hong Kongê, gihaşt 128 kesan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kompleks ji 8 avahiyan pêk tê û li navçeya Tai Po ya bakur-rojhilatê Hong Kongê ye.

Raydaran diyar kirin ku wan 3 karmendên payebilind ên şîrketa înşaetê yên ku li kompleksê dixebitin, bi tohmeta kuştina bêhemdî, girtin e.

Dezgeha agirkujiyê ya bajêr da zanîn ku zêdetirî 70 kes ku di nava wan de  11 agirkujî jî hene, birîndar bûn.

Dezgeha agirkujiyê dan xuyakirin ku heya niha, nêzîkî 250 kes winda ne.

Papa Leo yê cardemîn, peyamek ji Kardinal Stephen Chow Sao-yan, re şand.

Di peyamê de, Papa Leo,  ji hemû kesên ku ji bandorên vê karesatê dikişînin, bi taybetî ji bo birîndar û malbatên qurbaniyan, hevgirtina xwe ya ruhî nîşan da.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye