Fransa: 36 dewlet amade ne piştgiriya mayînde bidin Ûkraynayê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Pascal Confavro eşkere kir ku 36 dewlet dixwazin piştgiriya ewlehî ya berbiçav û mayînde pêşkêşî Ûkraynayê bikin û got: “Piştî destpêkirina danûstandinan, hewldanên Ewropayê hene ku çarçoveyên pratîkî ji bo aştiyê ava bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniya taybet a ji Tora El Arabiya El Hedes re Pascal Confavro diyar kir ku ev garantî piştî rêzecivînên dirêj amade ne.

Her wiha Confavro da zanîn ku civîna li Londonê ya dawî pir girîng bû û sekna Ewropayê ji bo Ûkraynayê eşkere kir.  Wek encamên berbiçav ji vê civînê derketin; a yekê piştgiriya dînamîka aştiyê û ya diduyan jî amadekirina danîna çarçoveyên pratîkî yên vê aştiyê ye.

Confavro diyar kir ku Parîs helwesta Ewropayê bi zelalî ji hevalbendên Amerîkayê re radigihîne û hevkariya garantiyê ji bo Ûkraynayê didomîne.  

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye