Sendîkayên Spanyayê: Gerek tirkiye gavên lezgîn ji bo “mafê hêviyê” biavêje

Sendîka û Rêxistinên Spanyayê bang li Konseya Ewropayê kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku erkên xwe yên ji bo bicîhanîna “Mafê Hêviyê” yê têkildarî Rêberê Gelê Kurd bi cîh bîne. Saziyên Civaka Sivîl yên Spanyayê bang li Tirkiyê kirin û gotin: Erkên xwe yên di çarçoveya “Mafê Hêviyê” yên gavên lezgîn biavêje.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di navbera 15-17’ê Îlonê de civîna xwe ya her sê mehan carekê ya têkildarî mafên mirovan li dar bixe.

Saziyên Civaka Sivîl û Rêxistinên Spanyayê nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Lan Borg re Şand û bang li Tirkiyê kirin ku erkên xwe yên di çarçoveya “Mafê Hêviyê” yê Rêber Apo de bi cih bîne.

Di nameya ku ji hêla ALA, Sendîkaya Perwerdehiyê CGT û Koordînasyona Partiya Pacto Colombia Humana ya li Spanyayê ve ji Ian Borg re hat nivîsandin de Tirkiye hate rexnekirin.

Heman wextî di nameyê de hat eşkere kirin ku Tirkiye biryarên têkildarî “mafê hêviyê” yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nayne.

 

Sendîkayên Spanya: Konseya Ewropa gerek li dijî tirkiyê gavan biavêje

 

Sendîka û rêxistinên ji Bask, Katalonya, Galîçya û ji herêmên cuda yên Spanyayê bang li Komîteya Wezîran kirin ku li dijî Tirkiyê bi lez gavan bavêje. 

Sendîkayan di nameyê de bal kişand ser biryara Adara 2014’an a DMME’yê li ser doza Abdullah Ocalan û bibîrxistin ku dadgehê tespîta cezayê girtîgehê yê girankirî binpêkirina Xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Heman wext nêzîkatiya Dewleta Tirkiyê ya ku dibêje, Rêber Apo jî di nav de wê “mafê hêviyê” li hikumxwarên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî yê li wan hatiye birîn derbas nebe û ev nêzîkatiya Enqereyê di nameyê de bi tundî hate rexnekirin.

 

Tirkiye mecbûre berpirsyariyên xwe bi cih bîne

 

Sendîka û rêxistinan ragihand ku Tirkiye weke endamekî Konseya Ewropayê û namzetê Yekîtiya Ewropayê lewma mecbûr e ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Sendîkayan bang li Komîteya Wezîran a Ewropayê kirin ku li gorî biryarên xwe yên civîna Îlona 2024’an tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Herî dawiyê Sendîka û Rêxistinên Spanyayê banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an a ji bo fesixkirina PKK’ê û çekbardanê bibîrxist û ragihandin ku “mafê hêviyê” ji bo pêvajoya aştî û demokratîkbûnê ya li Tirkiyê girîng e.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24