WHO: Ji ber kolerayê 4738 kesan jiyana xwe ji dest da

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ragihand ku îsal zêdetirî 400 hezar kes bi kolerayê ketine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî "WHO" eşkere kir ku îsal li seranserê cîhanê, ji nav wan 400 hezar kesên bi kolerayê ketine, 4 hezar 738 kesan jiyana xwe ji dest da.

Rêxistinê destnîşan kir ku rêjeya mirinê li 6 welatan ji %1 derbas kiriye.

Li gor "WHO"  şer û pevçûn, koçberiya girseyî, karesatên xwezayî û guherîna avûhewayê, dibin sedema belvabûna bilez a kolerayê.

Sûdan, sêyemîn welatê herî mezin ê Afrîkayê ye, wekî welatê herî zêde ji nexweşiya kolerayê bandor bûye li cîhanê tê destnîşankirin û li gorî UNICEF di nava salekê de li Sûdanê 2400 kesan ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest daye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24