Her diçe hejmarên nû li kuştiyên li Sûdanê zêde dibin.
Duh Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, raporeke nû di derbarê şerê Sûdanê de belav kir.
Volker Turk, ragihand ku ji 4´ê Adarê ve li Sûdanê zêdetirî 200 sivîl hatine kuştin.
Ev sivîl ji ber êrîşên bi dron ku ji hêla aliyên şer ên li welêt ve têne bikar anîn, hatine kuştin.
NY, van aliyan tawanbar dike ku çekên xwe ji welatên cîran werdigrin, ew çek jî çekên teqemenî û dron in.
Turk, got ku tevî hişyarî û bangên dubare, aliyên şer ên li Sûdanê berdewam dronan bi kar tînin.
Volker Turk, banga xwe ya ji bo pabendbûna bi qanûna mirovî ya navneteweyî dubare kir.
Eyaletên Kordofana Rojava û Başûr rastî êrîşên herî tund tên.
Rapor, destnîşan dike ku herî kêm 152 sivîl li El-Muclad, Ebû Zabad, Wad Banda û El-Sunt di encama êrîşên ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Sûdanê ve hatine kirin de hatine kuştin.
Her wiha 39 kes ji ber topbarana giran a Hêzên Piştgiriya Lezgîn û hevalbendên wan, ku mal, bazar û tesîsên girîng hedef girtine, mirine.
Di 11´ê Adarê de, gundê Şukeyîrî ji aliyê balafirên bêmirov ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hate bombebarankirin ku li dibistaneke navîn û klînîkeke tenduristiyê xistin.
Li gorî raporê herî kêm 17 sivîl hatin kuştin.
Volker Turk: Rewşa Sûdanê krîza mirovî ya herî xirab a cîhanê ye
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk diyar kir ku ji ber şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ku ji nîsana 2023´an ve dest pê bûye, bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdetirî 11 mîlyon kes jî koçber bûne û wiha got:
“Ev yek wekî krîza mirovî ya herî xirab a cîhanê ye. Dem hatiye ku şer bi dawî bibe. Gelê Sûdanê ji ber şer gelekî êşê dikşîne.”