Şaredariyên ji aliyê CHP'ê ve tên birêvebirin bi îdîayên bertîl û gendeliyê rastî operasyonên binçavkirinê tên.
Di operasyonan de, hin şaredar bi tohmeta "bertîl û gendeliyê" jî hatin girtin .
Herî dawî li Şaredariya Boluyê operasyonek hate kirin û Tanju Ozcan hate binçavkirin û piştre hate girtin.
Operasyoneke din jî di saetên serê sibê de li bajarên Îzmîr, Aydin û Antalyayê hate lidarxistin.
Vê carê jî li dijî Şaredarê Kuşadasiyê Omer Gunel operasyon hat lidarxistin.
Hate hînbûn ku Şaredarê Kuşadasiyê Omer Gunel hatiye binçavkirin.
Serdozgeriyê ragihand ku lêpirsîn li ser sûcên "bertîl" û "gendeliyê" ên têkildarî Şaredariya Kuşadasiyê tê kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dema ku daxuyaniyên şahid û gilîkar, îfadeyên gumanbaran, agahî û belgeyên di dosyeya lêpirsînê de, tomarên HTS û danûstandinên hesabê yên ku di encama raporên ji hêla MASAK (Lijneya Lêpirsîna Tawanên Darayî) ve hatine amadekirin de bi hev re têne nirxandin, gumanek maqûl a sûcdariyê di derbarê kirina sûcên di bin lêpirsînê de hatiye bidestxistin.
Di encama nirxandinan de Şaredarê Kuşadasiyê Omer Gunel, Midûrê Herêm û Bajarvaniyê Ahmet Taşkan û Midûrê Kontrola Avahiyan Mustafa Burak Gundeş jî di nav de 6 gumanbar hatin binçavkirin.
Ji aliyê din ve hat hînbûn ku gumanbarên din ên hatine binçavkirin mîmar û plansazê bajarî yê şaredariyê Meral Celep, karsaz û Serokê berê yê Klûba Kuşadasisporê Ferdî Zengînoglu û karsaz Huseyîn Kabasakal in.