"Rêberê Şoreşa Îslamî" Elî Xamineyî duh di hevdîtina xwe de bi hezaran jinên ji deverên cûda yên Îranê, bal kişand ser israra welatên rojavayî ya ji bo bidestxistina mafên jinên Îranê.
Xamineyî idia kir ku ev mentiq ne rast e û got:
"Komara Îslamî îsbat kiriye ku jinên misilman, ku ji hêla cilên îslamî ve hatine sînordarkirin, dikarin di hemû waran de ji yên din bêtir tevbigerin û rolekê bilîzin.
Komara Îslamî jinan xurt dike û di hemû warên girîng de dibe sedema pêşketina wan.
Parastina ewlehî, rêz û rûmetê" di nav mafên bingehîn ên jinan de ne."
Ev daxuyanî, bû cihê bertekên cûrbecûr di nav raya giştî de û weke "daxuyaniya dûrî rastiyê" hate binavkirin.
REWŞA JINÊN ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRANÊ DI RASTIYÊ DE
Rayedarên Îranê hewlên xwe ji bo bicîhanîna zagonên desmalê yên mecbûrî zêde kirine.
Ew jin û keç, tevî navdaran, ji ber ku li cihên giştî destmalê li xwe nakin, dadirizîne.
Gelek dîmenên belgeyî jî hatine belavkirin ku trafîk cezayan dide jinên di otomobîlan de yên ku desmalê li xwe nakin, di gelek bûyeran de li jinan xistine û ew bi darê zorê birine.
Di 21'ê Îlona 2023'an de, Parlamentoya Îranê projeyasaya "Paqijî û Hîcab" pejirand.
Encûmena Parêzvanan di Îlona 2024'an de projeyasa pesend kir.
Pêşnûme 71 madeyan dihewîne ku cezayên zêde, di nav de cezayên pereyan, cezayên girtîgehê û sînordarkirinên li ser kar û perwerdeyê ji bo binpêkirina desmalê, têne bicihkirin.
Ev biryar piştî serhildana "Jin Jiyan Azadî" ya ku bi kuştina jina Kurd Jîna Emînî re di Îlona 2022'yan de, hat.
Ji xwe di wê demê de jî bi dehan jin hatin kuştin û bi sedan di xwepêşandanan de hatin girtin û ta niha, çarenûsa jimareke mezin ji wan, ne diyar e.
Jin di mijarên rewşa kesane yên têkildarî zewac, hevberdan, mîrat û biryarên derbarê zarokan de jî rastî cudakarîyeke kûr tên.
DI SALEKÊ DE HERÎ KÊM 110 JIN LI ÎRANÊ HATINE KUŞTIN
Dewleta Îranê bi rêka "Zagona Sivîl" gelek sînor ji jinan re daniye û maf dide mêr ku jiyana wan ji hemû hêlan ve kontrol bike.
Raporên kuştina jinan di medyaya civakî de her ku diçe zêdetir xuya dibin, lê belê li Îranê zagonek li ser tundûtûjiya navmalî tune ye ku pêşî li kuştina jinan bigire.
Ajansa nûçeyan a HRANA di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de ragihandibû ku di navbera 24'ê Mijdara 2024 û 20'ê Mijdara 2025'an de, herî kêm 110 jin li Îranê hatine kuştin.