Li Îranê di qezayekê de 13 kes mirin

Otobuseke rêwiyan li ser rêya Esfehan-Natanzê ya Îranê li otomobîleke taybet qelibî, di encamê de 13 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Heyva Sor a Îranê, diyar kir ku otobus 20 deqan piştî derbasbûna ji xala kontrolê ya polîsan wergeriyaye, ji ber vê yekê ew nikare bibe sedema qezayê.

Li aliyek din jî, Polîsên trafîkê yên Îranê, dan zanîn ku otobus, piştî ku li bariyerên metalî xist, ket rêya pêş û li taksiyekê qelibî.

Her wiha Heyva Sor a Îranê eşkere kir ku 13 kes di encama qezayê de mirine, 11 kes jî birîndar bûne û rewşa wan xeter e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye